Serokê Herêma Kurdistanê ber bi Îmarata Erebî bi rê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ber bi Îmarata Erebî bi rê ket û dê ligel serokê wî welatî bicive û çend pirsan gotûbêj bikin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê piştî nîvro li ser vexwandina fermî ya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan ber bi Ebû Dhabî.

Da zanîn jî, Her du serok dê li ser rewşa Iraqê, pêşhatên dawî yên navçeyê û mijarên din ên cihê giringiya herdu aliyan in gotûbêjan bikin.