Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermendê navdar Mihemed Şêxo ku bi stranên xwe her zindî ye û li her çar parçeyên Kurdistanê gerayiye, ji bo bîranîna wî li Rojavayê Kurdistanê her sal xelk serî li gora wî didin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Hunermendê navdar Mihemed Şêxo ku bi stranên xwe her zindî ye û li her çar parçeyên Kurdistanê gerayiye, ji bo bîranîna wî li Rojavayê Kurdistanê her sal xelk serî li gora wî didin.

34 sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd  Mihemed Şêxo re derbas dibin, ew xwediyê stranên evînî û netewî, stranên bi navên Ay Lê Gulê û Nisrînê û Dil Perîşan im.

Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948an li gundê Girbawî yê  Qamişloyê jidayîk bûye. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe.

Di sala 1959an de dest bi xwendinê dike, di salên xwe yê dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dikir

Ji bandora wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969an de dest bi dengbêjiyê kiribû. Mihemed Şêxo li Başûr û Rojhilat jî xwedî xebatekî bû. Li Başûr tevlî pêşmergeyan bûbû.

Mihemed Şêxo di 9ê adara 1989an de çû li ser dilovaniya Xwedê. Di cenazeyê wî de jî zêdeyî ji 70 hezar kes beşdar bûbûn.

Salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê terxan kir û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê stand.

Di sala 1972an de bi hinek hevalên re Koma Serkeftin ya mûzîkê damezrand.

Mihemed Şêxo 1973an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Têkiliyê xwe bi hunermendê Kurdên ên din re xurt kir. Paşê çû Şamê û li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derxist. Lê li wir dewleta Sûriyê astengî jêre çêkirin  û gelek caran hate girtin.

Mihemed Şêxo careke din vegeriya Başûrê Kurdistanê û tevlî rêzên Pêşmerge bû, lê bi têkçûna serhildana Başûr ew ji bo Rojhilat hate sirgûnkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend sala mamostetiyê jî kir. Demek şûnda rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejimê hejmart û derheqê wî de biryara binçavkirinê da. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe da Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.