Hişmendiya Siyaseta Tirkiyê ji Serencameke Nû Dûr e

Kurd24

Li Tirkiyê dîroka hilbijartinên 2023’an diyar bû. Lê li gel ew çend kûrbûna pirsgirêkan, em bi sermijara hevrikiyên man û nemana desthilatdariyê û rakêşiyên opozisyon û deshilatê ber bi van hilbijartinan ve diçin. Ne ji desthilatdariyê, ne jî ji opozisyonê, bernameyeke hevgirtî ku hêvî bide civakê da ku ji vê rewşa ku her diçe nearamtir dibe, rizgarbûn xuya nake.

Heta ku partiyên kevneşopiya siyaseta Tirkiyê didomînin, ji wê helwest û nêzikayiya xwe, xwe rizgar nekin jî, serencameke ku behsa wê dikin, guncav nabe. Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) di 10-12 salên destpêka desthilatdariya xwe  de, wisa nîşan da ku “Ew hewla ji wê xeleka yekperest ku ji çareseriyan dûr e’ xwe rizgarkirinê dide û hin gav û bizavên ku hêvî peyda bikin jî avêt.  Lê piştî 2015’an AK Partî jî vegeriya ser wê xeta kevneperest û çavkaniya pirgirêkan. Di encama wan polîtîqayan de jî her diçe hêza xwe jidest dide.

Bi xêr û gunehên xwe Recep Tayîp Erdogan û partiya wî AK Partî, wek erkekî îradî polîtîqayên ku barovajî hev in, di nav 20 salan de karîbû bimeşîne û li gel ew qas pirsgirêkên ku tomar bûne jî, hêj xwedî îdiaya ku careke din bibe desthilatdarî.

Di bihêzmayîna desthilatdariyê de, kêmasî û lawaziya opozisyonê jî alîkarî bo desthilata heyî kir û dike.

Erdogan û desthilatdariya ku ew pêşengiya wê dike, di sala 2017’an de, pergala ‘Serokomarî ya bi partî’ wek çareserî nîşan da û pergalê guhart. Lê heta niha azmûneke ku her diçe nerazîbûnên civakî zêde dibin û hêza xwe winda bike der bûye. Di daneyên ku tên tomarkirin de jî diyar dibe ku, her çiqas AK Partî jidestdayîna piştgiriya civakî, hin deman rawestîne jî, ji polîtîqayên ku careke din, bandorên xwe yên karîger tomar bike jî dûr ketiye. Di lêpirsînên ku di demên dawî de hatine kirin de, xuya dibe ku Erdogan û desthilatdariya AK Partî xwedî şans bin jî, kêmtirîn %10 hêz û piştgiriya civakê  jidest daye.

Ji aliyê din ve,

Partiyên opozisyonê ku serkêşiya wan Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya ÎYÎ dike jî, bi taybetî di çareseriya pirsgirêka Kurd û mafên zimanê Kurdî de, ji polîtîqayên heyî wêdetir û zêdetir; xwedî  bername û pêşniyarên şênber nîn in. Her çiqas li ser ‘vegerîna pergala Parlamenterî ya bihêzkirî’ partî hemfikirbin jî, di çareseriya pirsgirêkên bingehîn de, jihev gelek dûr xuya ne ku bernameyên wan jî, di wan xalan de ji hev cuda ne.

Yanî niha li Tirkiyê hem opozisyon û hem jî desthilatdarî, bi tomarkirina pirsgirêkan hewla çareseriyan didin û her ku diçe jî winda dikin. Herdû bere an jî tifaq, ji lêgerîna çareseriyên pirs û pirsgirêkên bingehîn dûr û li derdora pirsgirêkên ku wek encama pirsgirêkên bingehîn in digerin.

Niha armanca serekî ya opozisyonê têkbirina desthilatdariyê ye û 6 partî li ser Maseya Şeşalî, HDP jî ji derveyî wê maseyê, bangeşiyên hilbijartinê di wê çarçoveyê de dikin. Lê ji bo çareseriya sedemên pirsgirêkan ne  xwedî pêşniyar û bernameyeke bihêz in û ne jî xwedî sermijareke nû ne, ku civakê hêvîdar û kelecanî bikin.

Bernameya hilbijartinê ya Maseya Şeşalî ku bi 9 xalan hat ragihandin de; her çiqas weka ku Tifaqa Mîletê ‘hemû pirsgirêkan navnîşan kiriye û çareseriya wan  û reçeteya wan jî hazir û amade  kiriye’ nîşan bidin jî; ceribandin û dîroka Tirkiyê şahîd e ku heta pirsgirêka serekî, pirsa maf û azadiyên gelê Kurd, bi rastiyên xwe ve neyê dîtin û çareserkirin, ew hişmendî û destûra bingehîn ya yekperest neyê guhartin û wekheviya civakê neyê sazûmankirin;  ew hemû xalên rêzkirî tu encam û çareseriyan peyda nakin û civakê tenê li derdora  encamên pirsgirêkan bilî dikin.

Rast e ku

Di dîroka Tirkiyê de, rewşa aborî, ji ber ku welatî bandorên wê rasterast li ser xwe dibînin, di man û nemana desthilatdariyan de diyarker e. Lê di bin hemûpirsgirêkên wek qeyranên aborî û têkçûyîna baweriyên ji dadweriyan de; çaresernekirina pirsa Kurd di serî de, pirsgirêkên siyasî hene.

Yanî li Tirkiyê dema ku gotareke nû, ji bo wekheviya civakî û çareseriya pirsa Kurd tunebe, ji bo guhartina destûra bingehîn û hişmendiya wê ya yekperest tunebe, siyaseta Tirkiyê jî, di heman xelekê de, li ser bingehên ku tu serencamekî nû nikaribe peyda bike de, xwe dubare dike. Beriya van hilbijartinan jî Tirkiyê di wê xelekê de xwe dubare dike. Yanî encam çi be, bila wisa be, hêviyeke ku civak bi giştî, xwe di ewlehî, geşepêdan û aramiyê de bibîne xuya nake.

Rola dengên Kurdan ji bo encamdana hibijartinan girîng e û faktoreke diyarker ya her hilbijartinan xuya dibe. Lê heta niha Kurdan û siyaseta Kurdan nekarîne ku bandora dengên Kurdan, ji faktorbûnê derbixe û bike aktor.