Naveroka civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi vexwendina fermî, gihîşte Ebû Zebî û ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiya.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi vexwendina fermî, gihîşte Ebû Zebî û ligel Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, “Di civînê de pêwendiyên Iraqê, bi taybetî Herêma Kurdistanê bi Îmaratê re, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, warên hevkariyên hevbeş û pêşhatên dawî yên navçeyê hatin gotûbêjkirin”.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de kirine û behsa derfet û mercên sermayeguzariya zêdetir a di navbera Îmaratê û Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du alî li ser wê yekê hevnêrîn in ku çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê dê bibe alîkar ku aştî û aramiya siyasî û aborî li Iraqê pêk were û derfetên berfirehtir ji pêşketinan re veke.”

Herwiha behsa pirsgirêkên heyî yên li navçe û cîhanê yên di warê guhertina keşûhewayê û tedbîrên rûbirûbûna metirsiyên wê, metirsiya terorê û hizra tundrewî û tundûtîjiyê û rûbirûbûna wan hatiye kirin.

Her du serkirdeyan rewşa cîhanê û Rojhilata Navîn jî gotûbêj kirine û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyên di navbera hemû aliyan de ji bo parastina aştî û aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên bi awayekî aştiyane kirine.

Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş, beşeke din a civînê bûye.