Ji Çavên Tifaqan Dengên Kurdan

Kurd24

Tirkiye ber bi hilbijartinê ve diçe û rewşek derasayî dernekeve holê jî dê di 14ê Gulanê de Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlementoyê dê bi hev re were kirin.

Wekî hilbijartinên di salên dawîn de di vê hilbijartinê de jî dengên kurdan wek kilîla hilbijartinan tê dîtin û Kurd dengên xwe bidin kîjan tifaqê ew tifaq ser dikeve. Wekî ku tê zanîn jî pirraniya Kurdan dengên xwe didin Ak Partî û HDPê.

Piştî tifaqa li gel MHPê Ak Partiyê gelek dengên Kurdan winda kir lê HDP her çiqas dibêje ew ne tenê partiya Kurdan e û partiya Tirkiyeyê ye dîsa jî pirraniya dengên xwe ji kurdan distîne.

CHP ya ku bi salane nikare ji Kurdan deng bistîne û li gelek bajarên kurdan wek partiya tabelayê dihat dîtin ji ber polîtîkayên ewlekariyê, zextên li ser siyaseta kurdan û helwesta nerm a Kemal Kiliçdaroglû ku Kurd e û elewî ye kariye li gorî berê bêhtir bala Kurdan bikêşe.

Di vê hevsengiyê de ku pêşbazî dê nava 2 tifaqan de be û ew jî Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet e, 2 partî tifaqan ji Kurdan dûr dixin.

Ew jî ÎYÎ Partî û MHP ne. Ak Partî ji ber MHPê nikare rasterast pêwendî bi HDPê re deyne û ji ber wê bi biryarên wek tahloqkirina wergirtina parastina HDPê û rakirina blokeyên ser hesabên HDPê çav li HDPê dineqîne û dibêje namzetê xwe derxe û gera duyem de bêalî bimîne.

Ev yek dibe ku wek gef jî were famkirin û dibe ku wek peyamek neyekser jî were famkirin. Nameya Selahaddîn Demîrtaş a ji bo ÎYÎ Partî û daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglû ya ku gotibû elbet ewê hevdîtinê li gel HDPê bike jî dide nîşan ku niha HDP li gorî Tifaqa Cumhur nêzîkî Tifaqa Millet e.

Lê di qeyrana navbera Meral Akşener û Maseya 6 alî de hat dîtin ku pêkan e ji nişka ve hevsengî û biryar werin guherîn û Selahaddîn Demîrtaş jî balê kêşand ku wergirtina dengên HDPê an jî dengên kurdan dê wek hilbijartinên  Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de ne hêsan be. Ango dibêje yên dengên kurdan dixwazin divê zelal û wêrek bin.

Di hevsengiyên tifaqan de yek ji xalên balkêş ew e ku di Tifaqa Millet de partiyek wek Partiya Demokrat heye ku dengê wê li gorî rapirsiyên dawî ne %1 e jî û dikare di maseyê de bikeve bazarê lê partiyek wek HDPê nikare daxwaza tiştekî bike û tenê jê tê xwestin ku derveyî tifaqê be û piştgiriya Tifaqa Millet bike, ji xwe Selahaddîn Demîrtaş jî balê dikêşe ser vê helwestê.

Xuya ye heta hilbijartinan dê bûyerên bibandor biqewimin û kîjan alî di warê perwerdehiya zimanê zikmakî, maddeya makezagonê ya pênaseye hemwelatîbûnê, avakirina zemîna siyaseta demokratîk de projeyên rasteqîn pêşkêşî kurdan bike ew alî  dê dengên kurdan jî bistîne.

Hişyariyek bo siyaseta kurdan jî ew e ku MHP û ÎYÎ Partî dixwazin teybetmendiya kurdan a ku hilbijartinan de kilîl in ji holê rakin û dengên kurdan bêwate bihêlin. Herdû alî dixwazin kurd ji tifaqan dûr bimînin û di diyarkirina desthilatê de rol nelîzin.  Ji ber wê divê kesên ser navê kurdan tevdigerin û biryarê didin baldar bin û kûr bifikirin.