Tehran û Riyadê li ser asayîkirina pêwendiyan li hev kirin

Herdu hikûmetên Îran û Erebistana Siûdî di nava du mehan de balyozxaneyên xwe vedikin.

Hewlêr (K24) – Tehran û Riyadê li ser asayîkirina pêwendiyên xwe li hev kirin û herdu hikûmetên Îran û Erebistana Siûdî di nava du mehan de balyozxaneyên xwe vedikin.

Rêkeftina Tehran û Riyadê bi navbeynkariya Çînê li Pekînê hat kirin û her sê aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kirin ku tê de spasiya hewldanên Iraq û Umanê jî hatiye kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye destnîşankirin ku Wezîrên Derve yên Îran û Erebistana Siûdî ji bo amadekariyan dê bicivin.

Sekreterê Asayîşa Niştimanî ya Îranê jî ji aliyê xwe ve ragihand, pêwendiyên Tehran û Riyadê, seqamgîriya navçeyê dê bihêztir bike.