Firokeyeke bêfirokevan navçeyeke nêzîkî Çemçemalê bombebaran kir

Firokeyeke bêfirokevan navçeyeke sînorê Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kir, ku baregeha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lê ye.

Hewlêr (K24) – Firokeyeke bêfirokevan navçeyeke sînorê Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kir, ku baregeha Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) lê ye.

Qaymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji Kurdistan24ê re ragihand, êrîş li gundê Seydan hatiye kirin ku ser bi nahiya Qerehencîr e.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, vê êvarê 10ê Adara 2023an, firokeyeke şer êrîş kiriye ser otomobîlekê û şahidhalan amaje bi wê yekê kirine ku birîndarek ji ber bombebaranê, bo nexweşxaneya li Çemçemalê hat veguhestin.

Herwiha tîmên hawarçûnê yên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê û li gor zanyariyên medyaya nêzîkî PKKê, di êrîşê de sê kes hatine kuştin û du kes jî birîndar bûne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir ku êrîş li gundê Seydanê yê sînorê nahiya Qerehencîr bûye, ku ew gund çend sal in tenê du mal tê de dijîn ku karê şivaniyê dikin, ji ber metirsiya bombebaranê ku beriya du salan careke din ji aliyê firokeyên bêfirokevan ve hat bombebarankirin û ev jî bû sedema valabûna gund.