Îro li Hewlêrê 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dike

13emîn Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dike û dê heta 20ê Adarê berdewam bibe û çendîn çalakiyên cûr bi cûr werin encamdan.

Hewlêr (K24) – Îro 11ê Adara 2023an, li bajarê Hewlêrê, Festîvala Azadî û Newrozê dest pê dike û dê heta 20ê Adarê berdewam bibe û çendîn çalakiyên cûr bi cûr werin encamdan.

11ê Adarê ku salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê ji destê rejîma Be'sê ye, 32 sal beriya niha, di roja 11ê Adara 1991ê de xelkê bajarê Hewlêrê bi piştevaniya mefrezeyên Pêşmerge, bajarê Hewlêrê rizgar kirin.

Di heman demê de 53 sal di ser rêkeftina 11ê Adara 1970 ya navbera hikûmeta Iraqê û serkirdetiya siyasî ya Kurd, ku cara yekem şoreşa Îlonê bi rêberiya Mela Mistefa Barzanî, hikûmeta wê demê ya Iraqê neçar kir ku mafên Kurdan nas bike, loma 11ê Adarê ji bo Kurdan rojeke girîng û dîrokî tê dîtin.

Derbarê çalakiyên 13emîn Festîvala Azadî û Newrozê de, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Festîval bi rakirina perdeya li ser peykerê şêrejin Xece Bawe, ku hêmaya wêrekiya bajarê Hewlêrê ye, dest pê dike.”

Omêd Xoşnaw eşkere kir: “Îsal çend birge ji bo Festîvala Azadî û Newrozê hatine zêdekirin, aliyê hunerî bi hemû beşên xwe tê pêşandan, herwiha aliyên kulturî, edebî, dîrokî, jîngeh û werzişî di festîvalê de bi çalakiyên xwe beşdar dibin.”