Rêkeftina 11ê Adarê bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî

53 sal beriya niha, di 11ê Adara 1970an de bi serokatiya Mistefa Barzanî rêkeftineke dîrokî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin.

Hewlêr (K24) – 53 sal beriya niha, di 11ê Adara 1970an de bi serokatiya Mistefa Barzanî rêkeftineke dîrokî di navbera gelê Kurd û hikûmeta Iraqê de hat îmzekirin, bi awayekî ku daxwazên şoreş û gelê Kurdistanê pêk hatibûn. Ew rêkeftin û nasîna mafên Kurdan, bûbû havêna beşeke mezin a destkeftên li pey wê.

Rêkeftin ji 15 xalan pêk dihat, xalên herî girîng, nasîna mafê otonomiyê ya Başûrê Kurdistanê bû, tevî wê zimanê Kurdî li dibistanan were xwendin, ew cara ewil bû ku hikûmeta Iraqê mafên gelê Kurdistanê dida.

Xalên herî girîng ên Rêkeftina 11ê Adarê:

- Pirsa Kurd di destûra demkî ya Iraqê de.

- Di destûrê de weke neteweya Ereb neteweya Kurd jî were nasîn.

- Gelê Iraqê ji du neteweyên sereke pêk tê, neteweya Ereb û neteweya Kurd, di destûrê de mafên netewî yên Kurdan û mafên hemû kêmneteweyan hat nasîn di çarçoveya yekîtiya Iraqê de.

- Zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, li deverên ku piraniya nişteciyên wan Kurd in, bû zimanê perwerdehî û fêrkirinê.

- Divê cîgirekî Serokomar Kurd be.

- Gelê Kurd bi rêjeya nişteciyên xwe li gor nişteciyên Iraqê, beşdarî desthilata yasan bibe.

- Ji bo Kurdan otonomî

- Beşdarbûna Kurdan di desthilatê de û nekirina cudakariyê di navbera Kurd û Ereban de.

- Ji ber dûrxistina wan di rabirdûyê de Kurdan ji perwerde û fêrkirinê zirar dîtine, ji vî alî ve planek ji bo çareserkirina vê kêşeyê were danîn.

- Ji bo deverên otonomiyê serjimêrî were kirin.

- Vegerandina xwendekarên ku ji dibistanan hatine dûrxistin, an ji ber tundiya li deverên xwe, neçar bûne ku dev ji xwendinê berdin.

- Li televîzyonên hikûmetê weşana bernameyan bi zimanê Kurdî jî hebin û girîngî werin dayîn.

- Qebûlkirina xwendekarên Kurd li zanîngeh û peymangehan û dayîna derfeta xwendinê bi rêjeyeke adilane li derve û li navxwe.

- Berpirs û fermanberên li yekeyên îdarî ku piraniya wan Kurd in, divê Kurd bin, an ji wan kesan bin ku Kurdî baş dizanin.

- Vegerandina Kurdan bo erd û zeviyên xwe û cihên ku berê lê bûn.

- Bilezkirina pêkanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê û sererastkirina bi awayekî ku paktawkirina pêwendiyên derebegî misoger bike û hemû cotkar parçeyên erdên guncaw ji wan re werin dayîn.

Rêkeftina 11ê Adarê destkefteke girîng a Şoreşa Îlonê û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû bi rêberiya Mistefa Barzanî ji bo mafên rewa. Ew rêkeftin bûye belgenameyeke yasayî û dîrokî û kevirê bingehê yê hemû destkeftên ku piştre ji bo gelê Kurdistanê pêk hatin.