ÎHD: Dewleta Tirkiyê tawanên li dijî Kurdan nabîne

Li Diyarbekirê xizmên windayiyan û Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê di hefteya 735 emîn de, li ber Pêykerên Mafê Jîyanê, bi daxwaza dadweriyê civiyan.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê xizmên windayiyan û Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê di hefteya 735 emîn de, li ber Pêykerên Mafê Jîyanê, bi daxwaza dadweriyê civiyan.

Di çalakiyê de Serokê ÎHDa Diyarbekirê Abdullah Zeytun bal kişand ku bi piştgiriya dewleta Tirkiyê li hember Kurdan tawanên kuştinê û dijmirovî tên kirin, lê di her mînakî de jî dubare diyar dibe ku ew tawanbar tên parastin û loma jî, hema tawan berdewam dikin.

Abdullah Zeytun destnîşan kir ku hêzên mîlîtarîst, bi piştgiriya dewletê êrişî Kurdan dikin, nijadperestiyan dikin û Kurdan dikujin, lê ji aliyê rayedar û daraza dewleta Tirk ve ew tawan nayên dîtîn û nayên cezakirin.

Zeytun diyar kir ku herî dawî bi awayekî eşkere, di hevrikiya Bursa Spor û Amed Sporê de, tawanên dijmirovî yên nijadpersetî û giran hatine kirin, lê rêvbirên wrzişî jî, dozger û dadwer jî wê rewşê ji nedîtî ve tên û wek buyerên ji rêzê yên futbolê muamele dikin

Di çalakiyê de, bal hat kişandin ku heta ev polîtîqa neyên guhartin, dê Kurd jî ji ya xwe paşde gav neavêjin û heta ku wekheviyeke civakî û dadwerî pêk neyê, heta ku berpirsên her kiryar û tawanên li hember hatine kirin neyên darezandin û ceza kirin, dê ji bo dadwerî û wekheviyê têkoşîna xwe bidomînin.