Serbest Lezgîn: PDK ligel hevdengî û lihevkirina aliyên siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekezî li ser helwesta wê partiya xwe ya ji bo pêkanîna hevdengî û lihevkirinê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de dike.

Endamê Polîtburo û Berpirsê Ofîsa Rêxistina Hewlêrê ya PDKê Serbest Lezgîn îro 11ê Adara 2023an got: Weke PDK’ê, wan her tim destpêşxer bûne û hewl dane hevdengî û lihevkirin di navbera aliyên siyasî de pêk werin.

Got jî: Civînên YNK û PDKê yên li Silêmanî û Hewlêrê, bi mebesta lihevkirina alî û pêkhateyan e, ji bo îsal hilbijartinên parlemanî werin encamdan.

Serbest Lezgîn her wiha got, divê di vê mehê de xebatên yasayî yên ji bo amadekariyên hilbijartinên parlamentoyê dest pê bikin û ji dema ku kêm maye sûdê werbigirin.