Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî li 75 gundên Efrînê belav kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî li ser ziyandîtiyên erdhejê li Efrîn û gundên wê belav dike û heta niha li alîkarî li 75 gundan belav kirine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi armanca nirxandina rewşê û belavkirina alîkariyê li ser welatiyan, seredana hejmarek gundên Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir û alîkarî li wan belav kirin.

Di raporta xwe ya 29mîn de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand, tenê di vê mehê de alîkariyên mirovî li zêdeyî 32 hezar malbat û kesan li Efrîn û gundewarê belav kirine.

Da zanîn jî, alîkariyên hatine belavkirin ji derman, xwarin, şîr û kelûpelên zarokan û kelûpelên paqijkirin, çadir û betaniyan pêk dihatin.

Ji aliyekî din ve, şandeyê K24ê bo Efrînê Îslam Yûsif da zanîn, piştî mehekê ji erdhejê, hîna rewşa mirovî li Efrînê xirap e, nava bajarokê Cindirêsê hîna wêran e û alîkarî kêm digihin û ne di asta pêwîst de ne.

Endamê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Bêwar Kerîm ji K24ê re got: “Ev zêdeyî mehekê ye em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê ne. Em hewl dide alîkariya hemû ziyandîtiyên erdhejê bikin û rojane tîmên me li gundan digerin. Heta niha me kariya alîkariyan bigihînin 75 gundan. Plana me jî ew e ku em alîkariyan li hemû gundên Efrînê belav bikin.”

Got jî: “Heta niha karwanên alîkariyan bi berdewamî tên Rojavayê Kurdistanê, niha jî 3 barhilgir di rê de ne û di rojên bê de jî 12 barhilgirên din dê bigihin Efrîn. Di plana me de jî heye ku em fineyeke nan li Efrînê vekin.”

Roja 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Erdhejê bandoreke wêranker li herêma Efrînê û bi taybet li bajarokê Cindirêsê û gundên wê kir. 

Li gorî Odeya Operasyonên Karesatê ya Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, 1012 kesan di erdhejê de canê xwe ji dest dane, 1100 xanî ziyan dîtine.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî roja 10ê Sibata 2023an, wek yekem dezgeh e ku alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El-Selamê re gihandin Efrînê û gundên wê û ji wê demê ve bi belavkirina alîkariyan li ser ziyandîtiyên erdhejê berdewam e.