Çiyagerên Kurdistanê hejmareke pîvane li Pirtûka Rekoran a Guinnessê tomar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Çiyageriyê ya Kurdistanê bi hevkariya kompanyaya Visit Kurdistan, bi çalakiya herî mezin a çiyageriyê bi beşdariya herî zêde çiyageran di heman demê û rêyê de, karîn yekemîn rekor di Pirtûka Guinnessê de tomar bikin.

Bi beşdariya zêdetirî 800 çiyageran ji hemû girûp, dildarên werzişa çiyageriyê û xwendekarên peymangehên werzîşê yên li seranserê Herêma Kurdistanê, îro 11ê Adara 2023an mezintirîn çalakiya çiyageriyê li çiyayê Sefîn encam dan.

Di dawiya vê çalakiyê de, rêkxerên Pirtûka Rekoran a Guinnessê, bawernameya danpêdanê ya ji bo tomarkirina rekora çiyageriyê wek beşdariya hejmara her mezin di heman dem û rêyê de, pêşkêşî Arîn Mesrûr Barzanî kir.

Serperiştyarên Pirtûka Rekoran a Guinnessê ji K24ê re ragihandin, di dema çalakiyê de ew li ser xetê bûn û ji bo tomarkirina bûyerê gelek wênekêş amade bûn. Di dawiya çalakiyê de jî, Nûnerê Pirtûka Rekoran a Guinnessê ji bo tomarkirina hejmara pîvane di pirtûkê de bi awayê online li ser xetê bûn û tomarkirina hejmara pîvane piştrast kir.

Li gor zanyariyên K24ê, di çalakiya îro de 816 çiyager beşdar bûne ku di heman dem û rêyê de zêdetirî du kîlometreyan hilkişiyan ser çiyayê Sefîn.