Plasschaert: Îraq rastî krîza avê hatiye û pêwîstiya wê bi piştgirîya navdewletî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert radigihîne, Iraq ji ber kirîza avê dinalê û pêwîst e em vê pirsgirêkê çareser bikin.

Plasschaert ji ajana nûçeyan a Iraqê re ragihand, Netewên Yekgirtî beşeke ji konferansa keşhewayê li Iraqê ye û hest bi wê kiriye ku divê kirîza avê li Iraqê were çareserkirin.

Plasschaert got jî: “Divê em hemû bi hev re ji bo çareserkirina kirîza avê kar bikin ji ber ku Iraq bi tena serê xwe nikare vê yekê çareser bike.”

Plasschaert destnîşan kir, pêwîstiya Iraqê bi alîkariya rêxistinên navdewletî, saziyên darayî yên navdewletî û welatên cîran heye.

Tekez kir jî, "Em îro li vir in da ku hevkariyan ava bikin, tiştê ku Netewên Yekgirtî dikare pêşkêş bike ew e ku bibe hevkarek girîng ku banga diyaloga bi bandor bike û arîkariya teknîkî pêşkêş bike.”

Îro Yekşemê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dest bi karên Konferansa Keşhewayê li Besrayê kir û konferans dê du rojan berdewam be.