Siûdiye: Rêkeftina me bi Îranê re nayê wateya çareserkirina hemû nakokiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku Erebistana Siûdî û Îranê roja Îna borî li Pekînê li hev kirin ku têkiliyên xwe yên ji sala 2016an ve qut bûne, asayî bikin û di nava du mehan de du balyozxaneyên xwe vekin, Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Mîr Feysel Bin Ferhan tekez kir ku ev yek nayê wateya çareserkirina hemû pirsgirêkan di navbera her du aliyan de.

Lê aşkere kir, rêkeftina asayîkirin û vegerandina pêwendiyên dîplomatîk, daxwaza hevbeş a her du aliyan ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya danûstandin û diyalogê nîşan dide.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê, Mîr Feysel Bin Ferhan di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Eşerq El-Ewset” amaje bi wê yekê jî kir, li gorî rêkeftinê, ew li bendê ye ku di demek nêzîk de bi hevtayê xwe yê Îranî re bicive. Diyar kir jî, “Em xwe amade dikin ku di nav du mehên bê de têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de ji nû ve dest pê bikin û normal e ku em di pêşerojê de serdanên ji aliyê her du welatan ve çê bibin.”

Bal kişande ser vê yekê ku ev rêkeftina bi sponserî û navbênkariya Çînê pêk hat, piştî çendîn gerên gotûbêjan di heyama du salên borî de li Iraq û Omanê çêbûbûn.

Her wiha tekez kir ku Siûdiye li ser riya aramî û kêmkirina rageşiyê berdewam e û bi rol û berpirsiyariya xwe di xurtkirina ewlehî û aramiya herêmî û navneteweyî de radibe.

Têkiliyên di navbera Riyad û Tehranê de di sala 2016an de qut bûn, dema ku xwepêşanderên Îranî êrîşî nûnertiyên dîplomatîk ên Erebistana Siûdî li Îranê kirin, ew jî piştî ku Siûdiyê melayê Şîa yê opozîsyonê Nimir El-Nimir bidarve kiribû.

Ji Nîsana 2021an ve, Iraq mêvandariya rêzecivînan di navbera berpirsên ewlekarî yên her Îran û Siûdiyê de kiribû, da ku nêrînên her aliyan ji hevdu nêzîk bike.