Di operasyonekê de 22 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Îraqî di operasyonekê de 22 çekdarên DAIŞê kuştin, ku di nav wan de du serkirdeyên navdar hebûn.

Berpirsê Ajansa Dijeterorê Ebdulwehab El-Seidî di konferanseke rojnamevanî de got: “Piştî wergirtina zanyariyan ji aliyê ajansa istixbaratê ve, wan operasyonek plan kir ku li ser du qonaxan pêk hat. Ya yekem ew bû ku li herêmeke nêzî çekdaran, operasyoneke daketina hêzê ji firokeyê bû, ya duyemîn jî tevgera hêzê bi nehênî bû.”

Berpirsê Ajansa Dijeterorê got, di operasyonekê de li parêzgeha Enbarê 22 çekdar hatin kuştin ku di nav wan de Waliyê Fellûce yê bi navê Barzan Husên Elî hebû.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Lîwa Qeys El-Mihemedawî di konfransa rojnamevanî de got: Hejmara çekdarên DAIŞê li çar parêzgehan ji 400 heta 500 çekdarî derbas nabe.

Lîwa Qeys El-Mihemedawî got jî: “Êdî karîna DAIŞ nemaye ku endamên nû di nava xwe de bicih bike.”