Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî firneyek ji bo ziyandîtiyên erdheja Efrînê vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî firneyek li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bo ziyandîtiyên erdhejê vekir ku dê nan beramber li xelkê bê belavkirin.

Berpirsê alîkariyên Dezgehê Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Efrîn û Cindirêsê Rewac Hacî ji K24ê re got: “Piştî zêdetir ji karê me yê li Efrînê, me îro projeyeke nû ji bo ziyandîtiyên erdhejê li Efrînê vekir. Firneyek dê rojane 4 ton ard dê ji me re bike nan û em ê bê beramber li xelkê belav bike.”

Da zanîn jî, proseya beşavkirin nan dê bi riya muxtarên taxên bajêr û gundan re be û got: “Vekirina vê firneyê cihê dilxweşiya xelkê Efrînê ye, ji berk u projeyeke giring e, bi taybet di vê qonaxê de.”

Ji ber erdheja 6ê Sibata borî, gelek ziyanên canî û madî gihîşt Efrîn û gundên wê û bi taybet bajarokê Cindirêsê ku bi hezaran xanî hilweşiyan û zêdetir ji hezar kesî jî canê xwe ji dest dane.

Piştî erdhejê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem aliyê xêrxwaziyê gihîşt Efrînê û alîkariyên mirovî û bijîşkî li ser ziyandîtiyên erdhejê belav kirin.

Endamê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê Bêwar Kerîm pêr Şemiyê ji K24ê re got, heta niha wan kariya alîkariyan bigihînin Efrîn, Cindirês û 75 gundan. Plana wan jî ew e ku ew alîkariyan li hemû gundên Efrînê belav bikin.