Mesrûr Barzanî peyamek derbarê bûyerên hatûçûnê li Herêma Kurdistanê de belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê bûyerên hatûçûnê li Herêma Kurdistanê de belav kir û tê de ragihand, divê Wezareta Navxwe pêdaçûnê di sîstema hatûçûnê de bike û rêkarên dana moletên ajotinê tundtir bike.

Serokwezîr Mesrûr di peyama xwe de got: “Mixabin şeva borî di bûyereke trafîkê de 5 endamên malbatekê canê xwe ji dest dan. Tenê di nava 5 rojan de li Herêma Kurdistanê 16 kes di bûyerên hatûçûnê de canê xwe ji dest dane. Ez pirse, serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî malbatên qurbaniyan dikim û ji birîndaran re jî başbûna zû dixwazim.”

Di peyamê de hat: “Cihê nîgeranî û xemgînî ye ku her sal li Herêma Kurdistanê hejmareke mezin ji xelkê di encama bûyerên hatûçûnê de canê xwe ji dest didin. Ji ber vê yekê daxwazê ji welatî û şofêran dikim ku pabendî rênimayên hatinûçûnê bin û xwe û malbatên xwe biparêzin û xwe ji lezê dûr bigirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî: “Divê Wezareta Navxwe pêdaçûnê di sîstema hatûçûnê de bike û rêkarên dana moleta ajotinê tundtir bike. Pêwîst e her tedbîr û amadekarî bêne girtin da ku qezayên trafîkê kêm bibin û her kes pêbendî mercên ewlehiyê û yasayên trafîkê bibe.”