Serok Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Federasyona Nîştimanî ya Cengawerên Dêrîn ên Franseyê kir ku ji Sekreter Philippe Dularb, Senator Louis Duvernois û General Thenodor Arfara pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de şanda mêvan pêzanînên xwe ji bo têkoşîn, xebat û qurbanîdana Serok Barzanî, Pêşmerge û gelê Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser berdewamiya dostanî, pêwendî û biratiya di navbera gelê Fransa û gelê Kurdistanê de kir.

Her wiha bi mebesta berzgirtina têkoşîna Pêşmerge û berfirekirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransa de çendîn bîr û pêşniyar pêşkêş kirin.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî dostaniya gelê Kurdistanê û gel û hikûmetên Fransa bi dîrokî û dêrîn binav kir û ji bilî amajedana bi çend mînakên dîrokî û serdanên Serok Hollande û Macron, spasiya gel û dewleta Fransa kir ku hertim piştgir û dosteke mezin a gelê Kurdistanê bûne.