Jûra Bijîşkan: Erdhej rû didin, lê avahî dikujin

Saziyên Tenduristkaran, li ber avahiya Galeriya ya li Diyarbekirê ku di erdheja 6ê Sibatê de rûxiyabû, bi merasîm û daxuyaniyekê, kesên ku di erdhejan de canê xwe jidest dane bibîr anîn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Saziyên Tenduristkaran, li ber avahiya Galeriya ya li Diyarbekirê ku di erdheja 6ê Sibatê de rûxiyabû, bi merasîm û daxuyaniyekê, kesên ku di erdhejan de canê xwe jidest dane bibîr anîn û bal kişandin ku rûdanên xwezayî diyar in û dê bibin, lê divê pergaleke ku bi wan re guncaw be bê dirustkirin.

Seroka Giştî ya Jûra Bijîşkan a Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncancî jî beşdarî daxuyanî û merasîmê bû û da zanîn ku dema pergal li ser rant û sextekariyê bê avakirin, di encamên rûdanên xwezayî de jî karesat peyda dibin.

Şebnem Korur Fîncancî anî ziman ku dema zanist û rêbazên zanistî li welatekî neyên bikaranîn û zanist wek astengiyek bê dîtin, encamên erdhej û rûdanên xwezayî jî, dibe sedem ku bi deh hezaran welatî canê xwe jidest bidin û bandorên dilêşî yên giran peyda bibin.

Seroka Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê Elîf Turan jî da zanîn ku erdhej û rûdanên xwezayî diyar e û pêk tên, lê bîna ango avahî mirovan dikujin ku li gor rewşa xwezayî nehatibin çêkirin û guncinandin.

Elîf Turan da zanîn ku ew hemû cangoriyan bi dilêşî û rêzadarî yad dikin û her tim ji bo rêbazên zanistî bên bikaranîn û jiyanên nû ku nebin qurbana karesatan, dê hewldan û têkoşîna xwe berdewam bikin.