Vladimir Putin û Beşar Esed li Moskowê civiyan

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di dema hevdîtina xwe ya ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed de li Kremlînê got: “Di saya hewlên me yên hevbeş de, encamên berçav di şerê dijî terorê de li Sûriyê hatiye bidestxistin.

Hewlêr (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di dema hevdîtina xwe ya ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed de li Kremlînê got: “Di saya hewlên me yên hevbeş de, encamên berçav di şerê dijî terorê de li Sûriyê hatiye bidestxistin.

Vladimir Putin ligel Beşar Esed li Kremlînê civiya û di hevdîtinê de Putin got: “Ez bi dîtina te li Moskowê kêfxweş im, spas ji bo qebûlkirina vê vexwendinê, em di pêwendiya berdewam de ne, me pêşketineke mezin di pêwendiyên herdu aliyan de dîtiye.”

Putin diyar kir: “Ez ji bo xelkê Sûriyê xemgîn im ji ber rûdana karesata erdheja 6ê Sibatê, ku bûye sedema êşên zêdetir, em hevalên dilsoz in, ji bo ku êşên wan kêm bibin, em her tiştî dikin.”

Herwiha di hevdîtinê de Serokê Rûsyayê got: “Ji ber hewldanên me yên herdu aliyan û hebûna hêzên Rûsyayê li Sûriyê, me kariye encameke girîng di rûbirûbûna dijî terorê de bi dest bixin, ev jî rewşa ewlehî û aborî û civakî ya navxwe ber bi seqamgîriyê ve dibe.”

Putin destnîşan kir, pêwêndiyên me yên navbera herdu aliyan bi berdewamî ber bi pêşve diçe û qebareya danûstandina bazirganiyê jî zêdetir dibe.

Civîna herî dawî ya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Sûriyê Beşar Esed li Moskowê, di Îlona sala 2021ê de bû.