Beşar Esed ji bo hevdîtina bi Erdogan re mercekê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esad bi şertê ku Tirkiye hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re qebûl dike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed li Moskoyê di hevpeyîneke ligel ajansa “Sputnik” a Rûsî de derbarê asayîkirina pêwendiyên bi Tirkiyê re got, Rûsya roleke bibandor ji bo parastina pêwendiyên baş di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dibîne û ew jî baweriyê bi rola Rûsya ya navbênkariyê dikin.

Beşar Esed got jî, Tirkiyê bi piştgiriya komên terorîst li Sûriyê, roleke neyînî lîstiye û ji bo wan Tirkiye welatekî dagîrker e. Derbarê egera hevdîtina wî ya bi Serokomarê Tirkiyê re jî Esed got, ew amade ye bi Erdogan re bicive, lê divê Tirkiye hemû hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştgiriya terorê neke.

Serokê Sûriyê Beşar Esed dibêje, danûstandinên bi Erdogan re bêqîmet in heta ku bandoreke rasterast li ser bidawîbûna şerê li Sûriyê neke.

Esed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tiştê ku karibe riya şer biguherîne û ber bi bidawîkirinê ve bibe, hemû mafên Sûriyê û xaka dagirkirî vegerîne û serweriya tam a dewleta Sûriyê biparêze, em ê hewlê ji bo wê bidin. Ev e ya ku em û Rûsya bi hevkariya Sûriyê re li ser dixebite.”

Ev daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî wê tê, di dawiya sala borî de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêşniyar kir ku di çarçoveya proseya nêzîkbûna dîplomatîk a Enqer û Şamê de, civîneke sêalî ligel Beşar Esed pêk bîne.