Welatiyên Tirkiyê li ser hilbijartinê û hevpeymaniyan çi dibêjin?

kurdistan24.net

Stenbul (K24) – Tirkiye di bin şert û mercên giran yê qeyrana aborî û birînên ku ji ber erdhejê vebûne xwe bo hilbijatinên 14ê Gulanê amade dike. Lê belê gelo di rojeva welatiyan de çi heye û ew li ser hevpeymaniyan çi dibêjin?

Tirkiye di bin siya qeyrana aborî, kêşeyên siyasî û ya hê giringtir jî erdehêja ku rê li ber hilweşîneke mezin vekiriye xwe ji bo hilbijartinên 14ê Gûlana 2023an amade dike. Namzedên serokomariyê hatin ragihandin û Hevpeymaniya Komar û Hevpeymaniya Gel jî bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinên xwe kirin. Gelo hevdîtinên hevpeymaniyan yên di van şert û mercên giran ku Tirkiyê di navê re derbas dibe çiqas di rojeva gel de ye û gel van geşedanan çawa şîrove dike?

Welatî Eren Yildirim: “Em hevpeymaniyan dişopînin ji bo ku rewşa aborî gelek nebaş e û ev me ji nêzîk ve eleqedar dike. Ji ber qeyrana aborî rojeva me ya sereke ew in.”

Welatiyê Kurd Tekîn Sayad: “Ev hevpeymaniyên pêk hatine hîç hisabê HDPê nakin. Eger Kiliçdaroglu biçe bi HDPê re rûne hingî hemû dengê me jê re ne. Ez hevpeymaniyan ji nêzîk ve dişopînim. Gelekê ji wan bi dengê Kurdan li ser wan kursiyan rûniştine.”

Car caran rojeva siyasî ya Tirkiyê û hevpeymaniyan di nava malbatan de jî dibe sedema cûdabûnê. Wek mînaka niha hûnê lê guhdarî bikin, dayik alîgirê berdemawa desthilatê ye lê keça wê jî dibêje êdî wextê gûherînê hatiye.

Welatî Sînem Ceylan: “Serê me hemûyan tevlîhev e. Hemû rojeva me digel aboriyê hilbijartin e. Ji bo guherîna hin tiştan ev wekî hilbijartina dawîn tê nirxanidin. Bo dahatûya ciwanan jî divê desthilat biguhere. Lê diya min wisa nafikire.”

Welatî Hatîce Ceylan: “Ez bawer nakim desthilat biguhere. Heta niha 4 namzed derketin. Ez hevpeymaniyan hîç naşopînim. Lê dilxwazê berdewama desthilatê me. Ji bilî pandemî erdhejê heta niha hertişt baş bû.”

Hemû partî û tifaqen pêk hatine niha stratejiyên xwe li ser dengdêrên bê biryar û dûrî siyasetê saz dikin û hewl didin ku xwe bixin rojeva wan welatiyan.