Elî Tatar: Lêkolîn li ser ketina helîkoptera li Duhokê berdewam in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê helîkoptera ku şeva borî li gundê Berkiyat a girêdayî navçeya Çemankê ya Duhokê ketiye xwarê daxuyaniyek da.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter got, “Helîkopterek ket û helîkopterek ji herêmê dûr ket. Hêzên ewlehiyê lêkolînên xwe yên derbarê bûyerê de berdewam dikin.”

Elî Teter destnîşan kir ku cureya helîkopterê hatiye ragihandin, lê heta niha nayê zanîn ya kîjan welatî ye û ti helîkopterek bi vî rengî li cem ti hêzeke Kurdî nîne.

Parêzgarê Duhokê diyar kir, kesên di nava helîkopterê de, çekdarên PKKê bûn, lê nayê zanîn kîjan welat dê ew bibirana çi welatekî din. Niha lêkolîn li ser vê bûyerê tên kirin.”

Pêştir jî Dijeterora Kurdistanê diyar kiribû, Derbarê ketina vê helkopterê de aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwendî bi hikûmeta Iraqê, Hevpeymaniya Navdewletî û hikûmeta Tirkiyê re kirin, lê wan gotiye, ew helîkopter ne ya wan e.

Di daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê de hatiye, hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kirine û di lêkolînên destpêkê de derketiye holê ku ew helîkopter ji cureya Eurocopter AS350 bûye û çend kesên ku tî de bûn û canê xwe ji dest dane, çekdarên PKKê bûne. Ji bo berhevkirina agahiyên temam ên derbarê helîkopterê de lêkolîn berdewam bikin.