Hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 16 kesan

Duh danê sibê li Riha û Semsûrê baraneke bihêz bariya û ji ber barana zêde, lehî rabû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara welatiyên ku li bajarên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan, gihîşt 16 kesan, herwiha li wan herdu bajaran, xebatên lêgerîna 4 kesan didomin.

Duh danê sibê li Rihayê baraneke bihêz bariya û ji ber barana zêde, lehî rabû. Şêniyên bajêr diyar dikin ku derdora demjimêr 06:00ê her tişt asayî bû, lê piştî 20-30 xulekan, lehî rabû.

Li bajarê Rihayê bi alîkariya hêzên ewlehiyê bi dehan welatî ji nav lehiyê hatin rizgarkirin, lê 14 welatiyan di nav lehiyê de canê xwe ji dest dan.

Herwiha li bajarê Semsûrê jî di nav lehiyê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 16 kesan.