Li Rihayê kuçe û kolan ji heriya lehiyê tên paqijkirin

Taxên ku lêhiyê bandora xwe lê nîşan daye malên welatiyên din ava lîm û heriyê de mane. Welatî gilî gazindan ji kêmbûna hawarçûn û alîkariyan dikin.
kurdistan24.net

Riha (K24) - Di lêhiya ku li bajarên Bakurê Kurdistanê rabûyî de bi giştî 14 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî winda bûne. Xebatên lêgerîna kesên winda berdewam dikin. Taxên ku lêhiyê bandora xwe lê nîşan daye malên welatiyên din ava lîm û heriyê de mane. Welatî gilî gazindan ji kêmbûna hawarçûn û alîkariyan dikin.

Li taxên Akabe û Silêmanî yên Rihayê bi sedan mal û kargeh di bin av, lîm û heriya lêhiyê de mane. Ji aliyêkê ve saziyên hawarçûnê yên fermî ji aliyê din ve welatî bi derfetên xwe hewil didin kuçe, kolan û malên xwe paqij bikin. Welatiyên ku dema lêhî rabû de bi derfetên xwe derketin serbanan êdî nekarîn li malên xwe vegerin; lewra hemû kelûpelên malên qeta yek û diduyan di bin avê û lîmê de man.

Welatiyekî ji K24ê re ragihand: “Otomobîla min çû, mala min çû, tiştek nema. 6 zarokên min di avahî de man, min derfetên xwe em derketin. Min bi xwe du term ji kuçeya din derxistin. Wekî din jî gelek kesên mirî hebûn. Dûv re dewlet hat. Ji Dîlokê şaredarî hat, şaredariya vêderê nehat.”

Ji aliyekê ve jî tîmên fermî li nava kûçe û kolanan belav bûne û derbarê zirar û ziyanên lêhiyê de raporan tomar dikin. Welatî ji rewşa piştî lêhiyê gilî û gazindan dikin û dibêjin; pêşiya avê vekiribûya dê av di kûçeyan de netengijiya û malên wan jî di bin lêhiyê de nediman.

Welatiyê bi navê Salih Beg jî diyar kir: “Mala me li vê derê bû, em ketin hûndir û ev e hûn halê me dîbînin. Mala me di bin avê de ma, ev e her tişt li ber çavan e. Tiştek nema. Ya mihûm can û xema mal nake; em bi derfetên xwe derketin.”

Li taxa Akabe ya li navenda Rihayê, li derdor bi dehan otomobîlên ku di bin lîm û heriyê de mane hene. Li cihê bûyerê, av çar metreyan bilind bû. Qatên yek û di bin avê de man. Xebatên paqijkirina malan dest pê kirine. Mal û avahî êdî nikarin werin bikaranîn.