Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî tevlî CHPê bû

Hevjîna Tahîr Elçî yê ku di sala 2015’an de hatibû kuştin, beşdarî Partiya Komarî ya Gel (CHP)ê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevjîna Tahîr Elçî yê ku di sala 2015’an de hatibû kuştin, beşdarî Partiya Komarî ya Gel (CHP)ê bû.

Rozeta Turkan Elçî ji aliyê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Namzetê Tifaqa Mîletê yê ji bo Serokomariyê Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu ve hat pêvekirin.

Li gor agahiyên nepiştrastkirî , Tifaqa Mîletê dê li Diyarbekirê bi namzetên hevbeş beşdarî hilbijartinên parlamenteriyê bibe û tê çaverêkirin ku Turkan Elçî jî wek namzeta ji CHPê bê destnîşankirin.