Piştî 11 salan Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Misirê dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî, îro Şemiyê bi serdaneke fermî digihe Misirê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Misirê Samîh Şukrî, îro Şemiyê bi serdaneke fermî digihe Misirê.

Li gor zanyariyên ku Wezareta Derve ya Tirkiyê eşkere kiriye, di civîna navbera Mevlut Çavuşoglu û Samîh Şukrî de pêwendiyên dualî yên navbera Tirkiye û Misirê werin gotûbêjkirin, herwiha li ser mijarên navçeyî û navdewletî, danûstandinên fikr û ramanan werin kirin.

Mevlut Çavuşoglu piştî 11 salan dibe yekem Wezîrê Derve yê Tirkiyê ku ji Tirkiyê rasterast serdana Misirê dike.

Piştî erdehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Misirê roja 27ê Sibatê serdana Tirkiyê kiribû û ji bo nîşandana piştgiriya welatê xwe û sersaxiyê, ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyabû.

Herwiha welatê Misirê alîkariyên mirovî ji bo ziyandîtiyên erdhejên Mereşê şandibûn.