Bi amadebûna Mesrûr Barzanî ahenga pêşwazîkirina Newrozê birêve diçe

Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyoz, konsul û nûnerên welatan, ahenga pêşwazîkirina cejna Newrozê birêve diçe.

Hewlêr (K24) – Îro Şemiyê 18ê Adara 2023an bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û balyoz, konsul û nûnerên welatan, ahenga pêşwazîkirina cejna Newrozê birêve diçe. Ahenga Newrozê demjimêr 18:00ê êvarê li Çiyayê Korek birêve diçe.

Ev di demekê de ye, vê sibê 18ê Adara 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê ragihand, îro di demjimêr 10:45 xulekan de balyozên 40 welatan û nûnerên 83 welatên din ji bo beşdariya boneyên Adar û Newrozê gihîştin Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar kir, nûner û balyozên welatan, ji bo firavînê mêvanên Serok Mesûd Barzanî dibin û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve jî şîva êvarê ji bo wan tê rêkxistin.