Serok Barzanî mêvandariya dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Adara 2023an, mêvandariya hejmarek mezin ji balyoz, konsul, nûnerên welatan, rêxistinên navdewletî û Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û xwarina nîvro ji wan re saz kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihan, Serok Barzanî gotarek pêşkêşî mêvanan kir û bi germî bixêrhatina wan kir. Her wiha bal kişand li ser girîngiya sembol, wate û helkeftên meha Adarê û Newrozê ji bo gelê Kurdistanê û hêvî xwest ku di cejn betlaneyan de demên xweş li Kurdistanê derbas bikin.

Serok Barzanî di axaftina xwe de ronahî xiste li ser rewşa siyasî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û got ku, derfeteke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan heye û îrade û xwestek heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya têgihiştinê, li ser binemaya destûrê û li ser binemaya lihevkirinên ku di navbera aliyên pêkhênerên Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de hatine kirin. Serok Barzanî serdana vê dawiyê ya birêz Mihemed Şiya Sûdanî bo Herêma Kurdistanê weke derfeteke baş ji bo têgihîştina zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser nehiştina nakokiyan nirxand.

Serok Barzanî amaje bi proseya siyasî ya navxwe ya Herêma Kurdistanê jî kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê îsal hilbijartin bên kirin, ji bo ku pirsa rewabûna Herêma Kurdistanê neke bin pirsyariyê. Got jî: hevkarî û hemahengîya baş di navbera tîmên navdewletî û alîyên peywendîdar ên Herêmê de bo amadekarîyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê heye. Di derbarê mafên pêkhateyan di hilbijartinan de jî Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku nabe destêwerdan di mafên pêkhateyan de were kirin û nabe îradeyeke diyarkirî li ser pêkhteyên deverê were sepandin. Divê rêz li îradeya pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê bê girtin û pêkhate bi xwe û rêxistina Netewên Yekgirtî her sîstemek ji bo beşdarbûna pêkhateyan baş bibînin, ji aliyê me ve dê were pesendkirin.

Di heman civînê de dergehê gotûbêj û danûstandina nêrînan bo amadebûyan hat vekirin û Serok Barzanî bersiva têbînî û pirsên dîplomat û nûnerên welatên biyanî yên derbarê rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de dan.