Li Şingalê 6 Sûrî hatin bi hezaran perçeyên teqemeniyan pê re bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hewalgirî û Lekolînê ya Federal 6 gumanbarên Sûrî yên ku dixwestin derbasî sînorê Îraqê bibin girtin ku nêzîkî 12 hezar parçeyên narincok û çekên kalaşnîkov pê re bûn.

Dezgeha Hewalgirî û Lekolînê ya Federal di daxuyaniyekê de ragihand, yekîneyên wan bi alîkariya fermandariya hêzên sînorî di Wezareta Navxwe de, karîn 6 gumanbarên ji welatiyên Sûriyê bigirin ku hewl didan di qezaya Şingalê re derbasî nava axa Iraqê bibin.

Destnîşan kir jî, hêzên ewlehiyê dest danîn ser 11 hezar û 900 perçeyên narincok û kalaşnîkovan.