Ji ber nexweşiya Tebeqê bazara ajalan ya Diyarbekir û Wanê hatiye girtin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji ber nexweşiya Tebeqê ku îsal, Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê din av ajalan de peyda buye, bazara ajalan ya Diyarbekir û Wanê jî hefteyekîye hatiye girtin. Ji aliyê din de, ji ber kêmbûyîna ajalan jixwe bihayên goşt zede dibû, lê ji ber vê nexweşînê, di nav 10 rojan de kiloya goşt li Diyarbekirê ji 140-150 lîreyî dabeziye 200-220 lîreyan.

Li Diyarbekirê hefteyekîye bazara ajalan hatiye girtin, ji derve anîna ajalan ji bo bajêr hatine qedexe kirin û Rêvebiriya Cotkarî ya Diyarbekirê jî ragihandiye ku her çiqas li bajêr ev nexweşîn nehatibe dîtin jî wek tevdîr li Diyarbekirê ji 120 hezarî zêdetir dewar hatine vaksîn kirin.

Endezyarên Ziraatê jî radigihînin ku girtina tevdîran girîng e, lê ji ber polîtîqayên ku tên meşandin, dê li Tirkiyê û bakûr qeyranên goşt û xurekan di demên pêş de zêdetir bi bandor bibin.

Serokê Jûra Zîraatê Yê Diyarbkirê Abdulsamet û Caman ji K24ê re got: “Nexweşîna tebeqê din av heywanên ku sima wan heye de zêdetir xuya dibe. Yanî li ser dewar û pez tesîrê dike. Ji ber vê nexweşînê di simên ajalan û deven wan de birîn çê dibin. Şîr û goştên wan kêm dibe û heywanên ku hêj nû zabin de jî heta mirina wan bandor dike.”

Ji aiyê din de kesên ku hem ajalan xwedî dikin û hem jî firotina goşt dikin, balê dikşînin ku beriya vê nexweşînê jî bihabûyîna goşt destpê kiribû. Cotkar sedema bihabûyînê ya serekî kêmbûyîna ajalan destnîşan dikin û bale dikşînin ku piştî vê nexweşînê jî bihayê goşt nêzîkî %100 zêde bûye.

Cotkar û goştfiroş Salîh Guden got: “Pir zede bandora erdhêjê tunebû, jixwe fiyet berê jî her zede dibûn, lê piştî vê nexweşînê jî ji ber bazara ajalan hate girtin, li gişt Tirkiyê jî biha zêdetir bû. Sedema serekî ya zêdebûyîna biha jî, ajal tünene, yanî nayên bazarê û li bazar reş tên firotin. Ew jî fiyetan zêde dike. Yanî jixwe hêjmara ajalan pir kêm buye, ji ber hilberîn kêm e jî encam wiha dibe.”

Li Diyarbekirê û bajêrên bakûr ji hefteyekî zêdetir e ku çendî bazarên ajalan hatine girtin. Beriya niha jî ji aliye cotkaran û pisporên cotkarî ve hişyarî dabûn ku qeyranan goşt, şîr û bi taybet giştî xurekan wek metirsiyeke pêşerojê ya li Tirkiyê û Bakur e.