Aborî ya Tirkiyê û metrsiyên li ser wê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî erdhejê rewşa aborî ya Tirkiyê nebaştir bû. Ji xwe li aliyekî qeyrana aborî hebû lê piştî biryara hilbijartinê û amarên krîtîk ên li ser deynê derve yê Tirkiyê ku çûye ser 150 milyar dolaran, herwiha firehbûna cudahiya di nava bazirganiya hinarde û hawrideyê de jî metirsiyên heyî zêdetir dike.  

Her diçe aboriya Tirkiyê ber bi nebaşiyê ve diçe û bergiriyên têne ragirtin jî şikestên ku di pergala aboriya Tirkiyê de pêk hatine nabin çare. Barê giran yê erdhejê ku rê li ber ziyaneke zêdetîrî 100 milyar dolarî vekiriye û destpêkirina proseya hilbijartinê jî bi ser de metirsiyên li kûrbûna qeyrana aboriya Tirkiyê zêdetir dike. Aborînas jî didin zanîn hilbijartin çareyeke demdemî ye, lê ji bilî enflasyonê pêşengiya aboriyê gûheriye piştî erdhejê êdî herkes li pey ewlehiya canê xwe û ji aliyê dewletê ve stara wan e.

Pispor Mustafa Sonmez ji K24ê re got: “Aboriya berî erdhejê û piştî erdhejê êdî ne wekî hev e. Pêşengiya aboriyê êdî li ser ewlehiya canê mirovan û dabînkirina stara wan e. Her kîjan hikûmet were ser kar jî mecbûre bi vê formûla nû tevbigere yan na ne mimkûn e Tirkiyê ji nava vê qeyrana kûr ya aboriyê rizgar bike.”

Li gorî amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ragihandine bi 250 milyar dolaran her çiqas di hinardeyê de rekorteke nû hatibe tomarkirin jî, li beramberî vê ji sedî 70 hawirdeya Tirkiyê zêde bûye û ew çûye ser 300 milyar dolaran. Ev jî yek ji yek ji rîskên mezintir ya li ser aboriya Tirkiyê tê nirxanidin.

Herwiha di heman demê dîsa li gorî amarên Wezareta Bazirganiya Tirkiyê yên sala 2022an ku di sala 2023an de hatine ragihandin valahiya denynê di baziraniya derve de bi 110 milyar dolaran derketiye ser asta herî bilind ya 27 salên dawîn ya Tirkiyê.