Newroza Stenbolê bi beşdariyeke mezin hat pîrozkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê tevî hewaya sar û baranê bi hezaran kes li qadeke berfireh bi banga jiyaneke azad û aştiyane Newroz pîroz kirin. Ji salên cudatir îsal ji ber erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Newroz bi stranên xembar hat pêşwazîkirin. Pervîn Buldan Hevseroka HDP di Newrozê de bal kişand ser girîngiya çareserkirina kêşeya Kurd û hilbijartinên 14ê Gulanê ya Serokomarî û parlamenterî ku wek dîrokî bi nav kir. Parêzgariya Stenbolê ragihand di Newrozê de 224 kes kes hatin desteserkirin.

Li Stenbolê tevî hewaya sar û baranê bi hezaran kes li qadeke berfireh bi banga jiyaneke azad û aştiyane Newroz pîroz kirin. Ji salên cudatir îsal ji ber erdheja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Newroz bi stranên xembar hat pêşwazîkirin. Pervîn Buldan Hevseroka HDP di Newrozê de bal kişand ser girîngiya çareserkirina kêşeya Kurd û hilbijartinên 14ê Gulanê ya Serokomarî û parlamenterî ku wek dîrokî bi nav kir. Parêzgariya Stenbolê ragihand di Newrozê de 224 kes kes hatin desteserkirin.

Bi mebesta pîrozbahiya Newrozê, bi hezaran kes tevî hewaya sar û baranê li Stenbolê berê xwe dan qada Yenikapi ya ku yek ji mezintirîn qad e li vî bajarî.

Ji salên cudatir îsal li qada Yenîkapiyê ji ber egera girtina HDP heye loma zêdetir flama û sembola Partiya Kesk û Çep ku HDP li ser navê vê partiyê beşdarî hilbijartina parlamenterî ya 14ê Gulanê bibe hat bicîhkirin.

Pervîn Buldan Hevseroka HDP, di Newrozê de banga çareserkirina kêşeya Kurd kir û bal kişand ser girîgiya perwerdehiya zimanê zikmakî û hilbijartina bê wek dîrokî bi nav kir.

Hevseroka HDP Pervîn Buldan got: “Bila her kes bizane ku AKP û şîrîka wê ya biçûk cara dawî vî welatî bi rê ve dibin. Hilbijartinên 14ê Gulanê ji bo me fersendeke girîng e. AKP û MHP dê mezinahiya gelên Tirkiyê û vîna gelê Kurd dê wê rojê baş bibîne. Bi tehde û sivikkirina Kurdan proseya hilbijartinê nikarin bi rê ve bibin. Pêwistiya vî welatî bi aştî heye, pêwîstiya Kurdan bi zimanê zikmakî yê perwerdehiyê heye.”

Siyasetmedarên beşdarî Newrozê bûn qelebalixiya li qadê bo desthilata siyasî wek peyameke ciddî şîrovekirin.

Hevserokê HDP yê Şaxa Stenbolê Ferhad Encu ji K24ê re got: “Em ji yên kesên ziman, nasname, îradeya me nas nakin re dibêjin em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin. Ev qad jî bo wan bersivek e. Li ser têkçûna desthilata AKP peyameke girîng e ev qad û girseya vir kom bûye.”

Ji ber xem û şîna erdheja meha Sibatê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû dabû stran û awazên xembar û cilên reş zêdetir derket pêş.

Welatî: “Em bi cilên reş hatin, ji ber êşa erdhejê me cilên reng bi reng li xwe nekir. Dîsa jî di bin vê baran û sir û seqemê de helal be ji miletê Kurd re ku hatine li vir kom bûne. Her bijî miletê Kurd, bi raya Xwedê serkeftin a me ye.”

Welatî: “Qed li me ne sar e. Ev Newroz bo me sersal e. Ez Newroza hemû Kurd û cîhanê pîroz dikin. Roj roja me ye.”

Dayikên Aştiyê ku agirê Newroza îsal li Stenbolê pêxistin banga jiyaneke azad û aştiyane kirin.

Welatî:m “Ev Newroz bila bibe Newroza aştî, azadî û demokrasî. Newroz li hemû Kurdan pîroz be.”

Welatî: “Newroz li hemû Kurdan û dostê Kurdan pîroz be. Tim rojên xweş û geş em hemûyan bibînin. Hêviya me serkeftin, azadî wekhevî û bratî ye.”

Hat ragihandin di nav wan de zarokên ji 18 salî jî biçûktir herî kêm 224 kes di Newroza Stenbolê de ji hêla polêsan ve hatin desteserkirin.