Kiliçdaroglu îro serdana HDPê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê û namzedê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçardoglu digel Hevserokên HDPê Perwîn Buldanê û Mîthat Sancarî dicive.

Namzedê Hevpeymaniya Milletê bo postê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, îro demjimêr 12:00 li Parlamentoya Tirkiyeyê serdana Hevserokên HDPyê Perwîn Buldanê û Mîthat Sancarî dike û digel wan dicive.

Piştî civînê tê çaverekirin ku daxuyanî were dayîn.

HDPê heta niha berbijêrê xwe yê Serokomariyê destnîşan nekiriye. HDP ji bo zelalkirina mijara berbijêriyê xwe, çavereya serdana Kemal Kiliçdaroglu dikir.

Biryar bû Kiliçdaroglu roja Şemiyê serdana HDPê bikira, lê ev serdan hatibû paşxistin.