Serokomar, Serokwezîrê Iraqê, kesayetên olî û siyasî cejna Newrozê li Mesrûr Barzanî pîroz dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek kesayetiyên siyasî û olî bi boneya cejna Newrozê pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin.

Yek ji wan kesayetiyên siyasî ku peyama pîrozbahiyê ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî re şandiye, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ye û di peyama xwe de nivîsiye: “Bi boneya Cejna Newrozê, pîrozbahiyê li we û gelê Kurd ê xweşewîst pîroz dikim, hêviya aramî û aşitiyê ji bo gel û welatê me dixwazin.”

Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd jî bi boneya cejna Newrozê peyameke pîrozbayî arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û tê de got: “Germtirîn û xweştirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we dikim û hêvîdar im ev cejn bibe sedema bextewerî û xweşguzarî bo her kesî û pêşketin û bexteweriya zêdetir ji bo gelê me.”

Ji aliyê xwe ve Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Iyad Elawî bi boneya hatina cejna Newrozê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir û nivîsî: “Hêvîdar im Newroza îsal bibe destpêka bihêzkirina biratî û pêkvejiyana aştiyane ya gelên Iraqê.”

Patrîyerkê Dêra Rojhilat a Aşûriyan li Cîhanê Mar Awa yê III di peyamekê de ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re nivîsî: Cejna Netewî ya Kurd û Sersala Kurdî (2723) bi derfet dizanim ku germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî we û gelê Kurd bikim.”

Her wiha got: “Di demeke kin de min pêşkeftinên mezin dît ku di heyama desthilatdariya Mesrûr Barzanî de di warê ewlehî, aborî, azadiya derbirînê, mafên jinan û handana ciwanan bo pişt bi xwe bibestin û hêza xwe nîşan bidin dirust bûne, ji ber vê yekê ez gelek bi paşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn im.