Wezîrê Derve yê Tirkiyê pîrozbahiya Newrozê li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike

Mevlut Çavuşoglu nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û spasiya gihandina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja 6 Sibatê dike.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û spasiya gihandina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja 6ê Sibatê dike.

Mevlut Çavuşoglu di nameya xwe de ku arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kiriye, diyar dike: “Ez ji dil ve pîrozbahiya cejna Newrozê li we dikim ku ji bo hêşinkirina hêviyên me û bihêzkirina biratiya di navbera me de wesîleyek e.”

Çavuşoglu destnîşan kiriye, Newroz bi dirêjahiya dîrokê rengdana mirovan bûye ji bo têgihiştina jiyanê ligel sirûştê, ligel wê yekê ku sembola dubare nûbûn û jiyanê ye, di heman demê de jî sembola hevdengî û xweşbextiyê ye.

Herwiha diyar kiriye: “Em di demekê de ne ku em bi cebirandina birînên karesata erdhejê ve mijûl in, ku navenda wê Qehremanmereş bû di 6ê Sibata 2023an de, loma em li welatê xwe bi xemgînî pêşwazî li cejna Newrozê dikin.”

Di beşeke din a nameya xwe de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa alîkariyên Herêma Kurdistanê yên ji bo mexdûrên erdhejê dike û dibêje: “Ew roj wek mizgîniya biharê tê pîrozkirin, di heman demê de jî, dema bihêzkirina hesta yekbûn û pêkveyî û hevsoziyê ye. Ji bilî wê, ez dixwazim spasiya we bikim ku yekser piştî karesata erdheja welatê me ya bi êş û jan, we ji nêz ve hemû nîşaneya wê hesta bilind a Newrozê ji me re nîşan da.”

Mevlut Çavuşoglu di dawiya nameya xwe de ji Mesrûr Barzanî re nivîsandiye: “Ez bi vê boneyê hêviya aştî û xweşguzeraniyê ji bo welatê me û hemû cîhanê dixwazim û hêviya tendirustiya baş û xweşbextî û silametiyê ji cenabê we re û ji xelkê Herêmê yê dostê me re dixwazim.”