Nûnerê Rûsya yê li NYê rexne li Amerîkayê digre

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Herdemî yê Rûsya yê li Neteweyên Yekgirtî Vasily Nebenzya, di 20emîn salvegera dagirkirina Iraqê de behsa wê yekê kir ku "ew karê Amerîkayê berevajî yasayên navdewletî bû û Iraq xistiye nav aloziyeke mezin".
Vasily Nebenzya bi navnîşana "20emîn Salvegera Dagirkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve" li bajarê New Yorkê, konferanseke rojnamevanî saz kir û diyar kir: “20 sal beriya niha Amerîka bi hinceta jinavbirina çekên komkujiyê, Iraq dagir kir û ev yek binpêkirina yasayên anvdewletî û mercên Neteweyên Yekgirtî bû.”
Nebenzya diyar kir, piştî derbasbûna 20 salan heta niha jî Iraq nekariye were ser xwe û ragihand: “Amerîka û hevpeymanên wê welatek dagir kirin ku bi hezaran kîlometre ji wan dûr bû, piştre jî eşkere bû ku ti metirsiyek jî li ser wan tunebû.”