Ji Sûdanî peyama Newrozê: Pîrozbahiyê li gelê Kurd dikim

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya cejna Newrozê peyamek belav kir û pîrozbahî li gelê Herêma Kurdistanê kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya cejna Newrozê peyamek belav kir û pîrozbahî li gelê Herêma Kurdistanê kir û ragihand: “Em çaverêya Iraqekê dikin ku bi hev re ava bikin.”

Mihemed Şiya Sûdanî bi boneya cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî peyamek belav kir û ragihand: “Em çaverêya Iraqekê dikin ku em bi hev re ava bikin û em hemû şanaziyê pê bikin.”

Di peyama Sûdanî de hatiye diyarkirin: “Bi awayê herî ciwan û geş nîşandana hêviyê, ez pîrozbahiya xwe ya dilsoz arasteyî gelê me yê Kurd yê li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û hemû gelên Iraqê û hemû gelên navçeyê dikim ku her sal ahenga Newrozê dikin.”

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: “Em di demekê de Newroz dikin ku Iraq pêngavên girîng diavêje, ber bi berdewambûna aştiya civakî û geşeya aborî û karkirin û destpêkirina bernameya çaksaziya mezin.”