Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana Cindirêsê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê tawana Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê şermezar dike û dibêje: “Em bang li berpirsên herêmê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan.”

Duhî êvarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, grûpa Ehrar El Şerqiye ji ber vêxistina agirê Newrozê, gulle li hejmarek welatiyên Kurd barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

Di vê derbarê de Serokatiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand:

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî ew tawana ku duhî êvarê 20/3/2023an li bajarê Cindirêsê rû daye şermezar kir ku di dema vêxistina agirê Newrozê de di derheqê çend welatiyên Kurd de hatiye kirin û tê de 4 kesan cane xwe ji dest dan.

Di dema ku em sersaxiyê li malbat û kesûkarên qurbaniyan dikin û hevsoz û hevxem in, daxwaz ji aliyên berpirs ên navçeyê dikin ku tawanbaran bibînin û wan bigihînin cezayên wan yên yasayî û rê li ber dubarebûna tawanên wiha bigirin.

Dilşad Şihab

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê

21/3/2023