Baregeha Barzanî: Ji bo tawanbarên Cindirêsê bên cezakirin, em ê her hewlekê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî derbarê tawana Cindirêsê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, ew bi aliyên pêwendîdar re her hewlekê didin ku êrîşkerên vê tawanê bigihin cezayên xwe.

Baregeha Barzanê îro 21ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, ew vê tawana hovane bi tundî şermezar dikin ku ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin û 3 kesên din birîndar bûne. Wan welatiyan mafên xwe yên herî bingehîn di pîrozkirina roja xwe ya neteweyî, Newroz li navçeya Cindrêsê (ji ber erdhejê zirar dîtoye) bi kar dianîn.

Di daxuyaniyê de hat: “Em ji Xwedayê mezin dua dikin ku giyanê şehîdan bixe bin dilovaniya xwe û hêviya başbûna zû ji birîndaran re dixwazin.”

Baregeha Barzanî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew û bi aliyên pêwendîdar re hemû hewldanan didin, ji bo ku kesên ev tawana hovane pêk anîne, cezayên xwe dadmend werbigirin.