Cilûbergên Kurdî li Newroza Diyarbekir hatin astengkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê de helwesta hêzên ewlekariyê ya hember cilûbergên Kurdî rastî bertekan hat. Welatîyên ji ber cilûbergên kurdî hatîn astengkirin wek bertek li dor xalên lêgerînê kom bûn û govenda xwe li vê derê gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê li Diyarbekirê demjimêr 10ê dest pê kir û welatiyan jî li gel malbatên xwe bi cilûbergên Kurdî yên neteweyî berê xwe dan Qada Newrozê ku cejna xwe ya neteweyî pîroz bikin. Lê di xalên lêgerînê yên hêzên ewlekariyê ya têketina qadê de hêzên ewlekariyê rê nedan ku welatiyên cilûbergên Kurdî li xwe kirine têkevin qadê. Siyasetmedarên Kurd jî li ser vê yekê bertek nîşan dan û amaje kirin helwestên wisa bê tehemmuliya li hember nirxên Kurdan e û ev helwest nikare nirx û remzên Kurdan ji holê rake.

Parlementera HDPê ya Diyarbekir Remziye Tosun ji K24ê re got: “Ji zimanê Kurdan ditirsin, ji çanda kurdan ditirsi ji cilûbergên Kurdan ditirsin. Ew çi bikin bila bikin ew cilûberg ji holê ranabin.”

Welatiyên ku ji ber cil û bergên xwe yên Kurdî hatine astengkirin jî dan zanîn ku eger nekarin têkevin qadê jî ew cilûbergên xwe ji xwe nakin û amaje kirin ku ew ê di her şert û mercan de xwedî li nirxên xwe derbikevin.

Di gelek xalên lêgerînê de welatîyên ku ji ber cilûbergên xwe li derve mayîn dest ji şahî û pîrozbahiyê bernedan û li gel daholvanên ku nekarîn têkevin qadê wek bertek govend gerandin û her çiqas li derve be jî Newroza xwe bi govend û tilîlîyan pîroz kirin.