Li Meletiyê erdhejek bi hêza 4.4 rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê paşlerzeyekê bi hêza 4.4 pileyan li gorî pîvera Richterê rû da.

Tevî ku nêzîkî 50 roj bi ser erdhejên 6ê Sibatê derbas bûne, lê paşlerze li wê navçeyê didomin û dîsa li bajarê Meletiyê paşlerzeyekê bi hêza 4.4 rû da.

Hat ragihandin ku di vê paşlerzeyê de ti ziyaneka canî û maddî çênebûye.

Di erdhejên 6ê Sibatê de zêdetir ji 50 hezar kesan canê xwe ji dest dane û herwiha piştî erdhejê zêdetir ji 18 hezar paşlerze rû dane.