Buldan: Em ê di demeke nêzîk de namzedê ku dê piştgiriya wî bikin eşkere bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka HDPyê Perwîn Buldan ragihand, ew dixwazin di hilbijartinan de demokasî û azadî bi ser bikeve û dê piştgiriya wî namzedî bikin ku şayanê vê daxwaza wan e û ew ê demekê nêzik de jî navê namzedê ku dê piştgirya wî bikin eşkere bikin.

Buldan li Stenbolê di konferanseke rojnamevanî de got: “Me di daxuyaniya xwe ya di derbarê hilbijartinên Serokomariyê de behsa çi navî nekir ka em ê piştgiriya kê nikin. Em li Tirkiyeyê alîgirê guherînê ne.”

Her wiha got: “Em dixwazim demokras, azadî, dadperwerî û yasa bi ser bikeve.  Em ê di rojên pêş de zelaltir bikin ka kîjan nav şayanê van daxwazên me ye û eşkere bikin ku em ê di hilbijartinan de piştgiriya kê bikin. Xelkê me jî nas dike namzedê herî demokrat kî ye.”

Li ser pirsa K24ê ya derbarê hilbijartina Serokomariyê de HDP namzet dernexist gelo dê piştgiriya namzedê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu bike? Hevseroka HDP bersiv da û got: “Me ji bo piştgiriya kê bikin, niha ti navek eşkere nekiriye. Em ê di rojên pêş me de piştgiriya kîjan navî bikin, ji xelkê xwe re rabigihînin.”