Li Mereşê erdhejek bi hêza 5.3 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku îro demjimêr 12.19an de bi hêza 5.3 erdhejeke ku navenda wê navçeya Goksun a Mereşê ye rû da.

Hate ragihandin ku erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan di bin erd de pêk hatiye.

Da zanîn jî, erdhej li Semsûrê hest pê hatiye kirin.

Serokê AFADê Yunus Sezer derbarê erdhejê de daxuyanî da û got, “Heya niha rewşeke neyînî tune ye.”

Di erdhejên 6ê Sibatê de zêdetir ji 50 hezar kesan canê xwe ji dest dane û herwiha piştî erdhejê zêdetir ji 18 hezar paşlerze rû dane.