Xwecihiya Efrînê ya ENKSê daxwaza parastineke navdelwetî ji Efrînê re dike

Greva pêş mala şehîdên Cindirêsê
Greva pêş mala şehîdên Cindirêsê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Xwecihî ya ENKSê ya Efrînê îro 23ê Adarê li bajarokê Cindirêsê di greva li pêş mala 4 şehîdên Newrozê de gotarek pêşkêş kir û tê de daxwaza aşkerekirina vê tawanê û parastineke navdelwetî ji herêma Efrînê re kir.

Şeva Newrozê 20ê Adarê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê ve, hejmarek ji çekdarên grûpa Ceyş El Şerqiye ya ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike, gule bi ser hejmarek welatiyên Kurd ên agirê Newrozê vêxistibûn reşandin di encamê de 3 bira û biraziyekî ji malbata Pêşmerg şehîd bûn û 2 kes jî birîndar bûn.

Her 4 şehîd roja 21ê Adarê bi amadebûna hejmareke mezin ji rewşenbîr, kesayetî û xelkê Efrînê bi merasîmekê li goristana Cindirêsê bi xakê hatin spartin û ji wê demê ve greva nerazîbûnê li dijî vê tawanê li pêş mala şehîdan berdewam e.

Xwecihiya Efrînê ya ENKSê jî îro di grevê de gotarek pêşkêş kir û tê de daxwaz kir:

- Helwesteke zelal ji Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) li ser vê komkujiyê bê dayîn, ji ber ku ew sîwana siyasî ya grûpên çekdaran e.

- Tawanbarên vê komkujiyê radestî dadgeheke navdewletî bên kirin û cezayên xwe yên dadmend werbigirin û kesên li pişt van tawanbaran bên aşkerekirin.

- Hemû komên çekdar ji nava gund û bajaran bên derxistin.

- Hemû girtiyên di zîndanên grûpên çekdar de yên bê sûc û guneh hatine revandin, serbest bên berdan.

- Hemû mal û milkên Efrîniyan yên ku ji aliyê grûpên çekdar ve dest li ser wan hatine danîn, bo xwediyên xwe yên resen bên vegerandin.

- Parastineke navdewletî ji herêma Efrînê re.

Cindirêsê