Ahmet Turk: Em bixwazin jî Kurd piştgiriya Erdogan nakin

author_image Ercan Dag

Stenbol (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê namzediya hilbijartina Serokkomarî ya li Tirkiyê de ku dê 14ê Gulanê pêk were ragihand, kîjan namzed ji bo çareserkirina Kurd helwesteke erênî nîşan bide ew ê piştgiriya wî namzedî bikin. Turk got: Ew bixwazin jî Kurd piştgiriya Recep Tayyîp Erdogan ê namzedê Tifaqa Cumhur nakin.

Siyastmedar Ahmet Turk ji K24 re got: “Siyaseta Kurd aktorek e. Di pêşerojê de li parlamentoyê ji bo xwediyê hêzeke siyasî û bo dayîna biryarên girîng pêwîstî bi piştgiriya Kurd û tifaqa Ked û Azadî heye. Kî di warê demokrasî û jiyaneke aştiyane de gav biavêje û xebatên baş pêk bîne em ê alikariya wî bikin. Kiliçdaroglu an Erdogan ka ji bo pêşeroja gel, ji bo hiqûq û demokrasî û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ka çi difikirin û çi dê bikin? Em li benda bersiva van pirsan in.”

Her wiha got: “Erdogan li hember Kurdan siyaseteke nebaş meşand. Selahattîn Demîrtaş, gelek hevalên me bi hezaran siyasetmedarên Kurd di zindanê de ne. Derbarê gelek hevalên me de doz vekirine. Ji ber vê ne pêkan e ku Kurd, siyaseta Kurd û rêxistinên Kurd piştgiriya Erdogan bikin. Em bixwazin jî ew piştgirî nadin (Erdogan). Kurd li ku derê bin, ew naxwazin ku Kurd bigihijin statuyê. Siyaseteke wiha dimeşînin. Em nabin hevkarê siyaseta ku li dijî Kurdan bê meşandin.”