Demîrtaş banga piştgirîkirina Partiya Çep a Kesk dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahettîn Demîrtaş banga piştgirîkirina Partiya Çep a Kesk dike.
Hevserokê berê yê girtî yê HDPê Selahattin Demirtaş di twîteke xwe de banga piştevaniya Partiya Çep a Kesk kir û got, ew ê di parlamentoyê de bibe xwedî rûyekî nû.
Demirtaş da zanîn jî, armanca wan ji bo wê partiyê ew e ku di dixwazin di hilbijartinan de 100 kursiyên parlementoyê bi dest bixin.
Ev daxuyaniya Demirtaş di demekê de ye, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîdhat Sancar duhî diyar kir, ji ber gefa girtina HDP'ê ew ê di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de beşdarî hilbijartinê bibin.