Siûdiye û Sûriyê pêwendiyên xwe asayî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – piştî 10 salan ji têkçûna pêwendiyên wan, her yek ji Erebistana Siûdî û Sûriyê pêwendiyên xwe de asayî dikin.

Li gorî nûçeya ajansa “Reuters”, Erebistana Siûdî û Sûriyê li hev kirin ku balyozxaneyên xwe li Riyad û Şamê vekin.

Jêdereke herêmî ya hevalbendê Şamê ji Reutersê re got, her du hikûmet “amade dikin ku balyozxaneyên xwe piştî Cejna Remezanê ji nû ve vekin.”

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel bin Ferhan Al Siûd meha borî di daxuyaniyeke xw e de gotibû ku “lihevhatinek li cîhana Erebî dest pê kiriye û êdî tu wateya îzolekirina Sûriyê tune ye, diyaloga bi Şamê re di demekê de pêwîst e.”

Ev gav piştî wê yekê tê, berî nêzîkî du hefteyan Erebistana Siûdî û Îranê piştî 7 salan ji aloziyên di navbera wan de, bi navbênkariya Çînê, biryar dan ku pêwendiyên asayî bikin û balyozxaneyên xwe li her du welatan vekin.

Asayîkirina pêwendiyên Siûdiye û Sûriyê, dê rê li ber wê yekê veke ku Şam vegera nav rêzên Ereban veke.