Dijeterora Kurdistanê: Di encama teqîna mînekê de Pêşmergeyek şehîd bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê radigihîne, Pêşmergeyek ji bo komkirina geyayan berê xwe da çiya, lê mînek pê de teqîna û jiyana xwe ji dest da.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, Pêşmergeyê Xelat Ehmed Ebdullah dema bi armanca komkirina geyayan li çiyayê Mûsaka li devera Mazûrî Bala bû, mînek pê de teqiya û di encamê de şehîd dibe.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîd Xelat re dixwazin, ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebrê û aramiyê bide her aliyekî.”